Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryara dorpêçên li ser 125 Gemiyên rejîma Îranê dê îro ve, birêwe biçe

12:11 - 9 Hezîran 2020

Maîk Pompêo wezîrê derve yê Amerîka roja Duşemiyê 8 ê Hezîranê ragihand ku, biryara dorpêça li ser 125 Gemî û Neftkêşên rejîma Îranê bikeve warê cîbicî kirinê.

Wezîrê derve yê Amarîka got: Cîhan dibe hişyar be û givaşê bêxe ser rejîma Îranê, daku nekare bi dest pêregehiştina hinek alavên hestiyar, tenahiya herêmê têk bide û bibe gef.

Her di vê derheqê de wezareta Xezênedsariya Amerîka lîstê 125 Gemî û Neftkêşan weşand , ku bona devr lêdan û şikandina dorpêçên li ser Îranê çalakî hene.

Wezareta Xezanedariya amerîka ragihand ku êdî niha pêde rê bi wan Gemî û Neftkêşane nayête danê ku meqsedên abûrî û danûstandina rejîmê bo bi dest xistina cebirxanan hatin û çonê bikin.

Hevdem di gel vê daxûyaniya Wezîrê derve û Wezareta Xeênedariya Amerîka, Komarîxwazên di nava Kongira Amerîka de, basê amade kirina bernameyekî herî mezine dorpêçên li ser Îranê dikin ku dê bi wan zûkatiyan vê bernama xwe eşkere bikin.

Rejîma Îranê bi berçav negirtina dorpêçan, 5 Neftkêşên xwe hinartne “Vênêzoêla” yê , ev yêke jî bû sedem ku Amerîka tedabîrên tundtir bona cîbicîkirina dorpêçan bigre bera xwe.