Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryarnameyeke Amerîkayê, rejîma Îranê êşand

11:03 - 1 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Kongireya Amerîkayê derheq hevkariya rejîma Îranê bi eniya Polîsaryo re biryarnameye weşand.

Li gora rapora “Middle East Confidential” kongireya Amerîkayê bi weşandina daxuyaniyeke duhizbî, hevkariya eniya Polîsaryo di Sehraya Rojava digel Hizbullah a Lubnanê û Îranê bona nearamkirina bakûra Afrîqayê şermezar kir.

Ew biryarname ku ji aliyê  sê nûnerên naskirî ên kongir ve hatiye amadekirin, dibêje ku Mexrib hevpeymaneke bihêz ê Amerîkayê ye bo aştiya di bakûra Afrîqayê de. Vê biryarnamê herwisa piştevanî kiriye ji hewlên NY bo destpêregihîştina bi biryarnameyeke aştiyê di Sehraya Rojava de.

Di vê biryarnamê de hatiye ku Amerîka ji terhê otonomiya herêma Sehra li jêr deshilatdariya dewleta Mexrib de piştevaniyê dike, ku eva 10 sal e ew yek helwesta Amerîkayê bûye, û vê helwestê cidî dizane.

Vê biryarnameyê tevî îşarekirina bi biryarnameya 1441 ya Konseya Ewlekariyê ya NY ku Washington piştgiriya wê dike, kiryarên têkderane ên eniya Polîsaryo rexne dike, û daxwaza derketina bilez ya Polîsaryo ji herêma Sehra dike, ku di bin deshilatdariya eniya Polîsaryo de ye.

Vê biryarnameyê piştevanî ji qutkirina pêwendiyên dîplomatîk ên Mexribê digel Îranê kiriye, bi sedema piştevaniya rejîma Îranê ji eniya Polîsaryo, û herwisa hêzên Hizbullahê ji vê eniyê.

Eniya Polîsaryo tevgerek e di Sehraya Rojava de, ku hinek beşên vê herêmê di  destên wê de ne, û dixwaze Sehraya Rojava ji Mexribê veqetîne.

Rejîma Îranê ku xelkê welatê xwe di hejarî û destengiyê û di nava bi hezaran kêşeyên civakî û aborî û siyasî de bat kiriye, hemû jî di encama heman vê siyaseta gemar e, ku pere û dahata xelkê welat bo girûpên weha dişîne.

 Armanca rejîmê jî, ne xizmetkirin e bi tu tevgerekê, belku têkdana aramiya welatên cîhanê ye, bona vê ku bala bîr û raya giştî li ser wan û deshilatdariya wan ya dijîgelî nemîne, siyasetek ku bêguman encameke baş bo wan tunabe.