Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bişikdariya komîteya PDKÎ li Hulendê li du simînarên cuda cuda di vî welatî de

15:53 - 18 Adar 2014

Kurdistanmedia: Du simînar li jêr navên “Rola partiyên siyasî li varê siyasî, civakî û abûrî a welatê Hulendê” û “Rewşa penberan li welatê Hulendê” hat lidarxistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 13’ê Adar a 2014’an, şandekî komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Hulendê bi serperestiya “Diyar Hatemî” li simînara Rola partiyên siyasî li varê siyasî, civakî û abûrî a welatê Hulendê” beşdarî kir.

Di vê simînarê de nûnerên Partiya Kar, Partiya Kesik, Partiya Sosyal, Partiya Demokrat 66, Partiya Azadî bo Demokrasî û hejmarek partiyên Kurdî beşdar bûn.

Herwiha heyeta han roja Înê 14’ê Adar a 2014’an, li ser gazîkirina komîteya seranserê penaberên Hulendê di simînareke din de ku taybet bo partiyên siyasî yên wî welatî pêk hatibû, beşdar bû.