Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bisîklêtsiwarên bajarê “Qum”ê piştîvanî ji Encumena “Sewzî Çiya” kirin

13:24 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021

Girûpek ji Bisîklêtsiwarên bajarê “Qum” ên bi navê “Hemrikbananê Mêhreban” bo piştîvanîkirin ji Encumena “Sewzî Çiya” a ser bi bajarê Merîwanê û bo nerizayetînîşandan li derheq şewitandina daristanên Zagrosê, ber bi bajarê Merîwanê ve çûn.

Roja Şemî 19ê Pûşperê, girûpek ji Bisîklêtsiwarên bajarê “Qum”ê bo piştîvanîkirin ji Encumena “Sewizî Çiya” a ser bi bajarê Merîwanê ve çûn û kavilkariay daristanên Zagirosê şermezar kirin.

Di heyamên derbasbûyî de agirê daristanên Zagirosê bi awayekî berbilav geşe dikir, lê Encûmena “Sewzî Çiya” bi awayekî qehremanane û bi destên betal û bi bê hevkariya navendên pêwendîdar ên rejîmê ew agire kontirol kir.

Di heftiyên derbasbûyî de zêdetir ji 400 hiktar ji daristanê derdorê bajarê Merîwanê hatine şewitandin, ku eva zirar û ziyanek zêde gihandiye surûşta Kurdistanê û di wê heyamê de ti navendek pêwendîdar ên rejîmê di kontrolkirina wan agiran de hevkarî nekirin û tenê xelkê cangorî û jîngehdost û navendên jîngehparêzî bi hawara wî agirî ve çûn.