Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Bitcoin” li Urmiyê bû sedema bêkarmana kedkaran

12:12 - 17 Kanûna Paşîn 2021

“Bitcoin” di bajarê Urmiyê de bû sedem ku kedkarên kompaniya berhemanîna mîlgirdan yên kompaniya “Fûlada Firdosê Baxter” li ser kar bêne derxistin.

Berpirsê Kompaniya Berhemanîna Mîlgirdan yê “Fûlada Firdosê Baxter”, kedkarên xwe li ser kar derxistine û salonên kar yên wê kompaniyê bi kompaniya “Bitcoin” dane û berqa hewce bo maynêrên “Bitcoin” ji berqa wê kompaniyê hatiye dabinkirin û tev kedkarên wê kompaniyê bêkar mane.

“Bitcoin” ku ji aliyê Çîniyan ve di Îranê de kar dike, bona maynêrên xwe hewcehî bi berqeke zêde hene û qasa wan maynêran di Îranê de bi qasekî zêde bûne ku xelkê Îranê rastî pirsgirêka herî midic û xisarên zêde bi sedema qutbûna berqê hatine.

Kompaniya berhemanîna “Fûlada Firdosê Baxter” ku xwediyê çendîn kedkaran bûye, karên berhemanînê bi tewawî ragirtiye û kedkarên xwe li ser kar derxistine.

Tewawê berqa vê kompaniyê bona maynêrên “Bitcoin”ê hatine terxankirin.