Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bizavekî nû ya girêdayê rejîma Îranê li Îraqê hate avakirin

16:40 - 4 Çirriya paşîn 2020

Bizavekî nû ya Şîeyan li Îraqê hatiye avakirinê ku, bi eşkere xwe bi alîgirê rejîma Îranê dizane.

“Haşim Heyderî” ku kesekî Olî yê Şîe ye û girêdayê rejîma Îranê ye, bizava “Ehdullah” li Îraqê ava kiriye û ragihandiye: “Em li Îraqê de dibine fîdayî bo Ehdullah û Xamineyî”.

Serokê wê tevgerê tekezî kiriye ku li asta herî bilind de em amade ne ku bibne rêvîngê “Elî Sîstanî” û amadene canê xwe di wê rêkê de jî gorî bikin.

Tevî hebûna girûpên din yên wekî “Hizbullah, Esayîb û Noceba” û yên dinê, wê dawiyê de çendîn girûpên nû yên çekdar li Îraqê ku alîgirê rejîma Îranê ne, hatine avakirin û gefan ji Amerîkayê dixwin.