Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo cara çaremîn mamoste li hember cîbecînekirina xwastekên xwe de xwepêşandanê dikin

19:41 - 7 Gulan 2015

Kurdistan Media: Mamoste li piraniya bajarên kurdakincî ên Îran û Kuridstanê bi nîşaneya nerazîbûn li hember rewşa jiyan û giriftên sinfî ên xwe bo cara çaremîn xwenîşandanên seranserî birêve dibin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Pêncşemî 7`ê Gulana 2015`an, carek din mamostayan li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê de civîna nerazîbûnê li pêşberî îdareya Perwerde û hînkirinêbirêve dibin. xwenîşandana han bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa xirab a bijîva jiyan û aboriya texa çandî ya civakê birêve diçe.

Encumena nawendî ya rêkxistina sinfî ya ferhengiyên seranserê Îranê li daxuyaniyekê de bi boneya roja mamostayan, girîngtirîn daxwazên mamostayan, zêdekirina destheq, azadkirin û vegerandina mamostayên dest bi serkirî bo ser karên xwem dawîanîn bi cudahiyan lid or mamostayan, ji laiyê rejîma Îslamî a Îranê ve ragihand.

Di vê pêwendiyê de, ajansa Nûçegihaniya Kurdpa daye zanîn ku heraseta Îdareya Perwerde û hînkirinê ya parêzgeha Urimiyê, bi xwastin û girtina hejmarek jimamostayan li hewla wê de ye ku pêşî ji birêveçûna xwenîşandanê bigre.

Berpirsiyarên Îdareya Perwerde û hînkirinê ya Urimiyê ji mamosteyan re ragihandiye ku xwe ji beşdarî kirina di xwenîşandana roja Pêncşemiyê de biparêzin.
Roja 16`ê Nîsana îsal, hejmarek ji mamosteyên bajarên Îran û Kurdistanê, derheqê pêrenegihîştin bi pirsgirêkên sinfî ê û madî ên xwe, carek din li êşberî îdareya Perwerdehiyê xwenîşandan birêve birin.

Rojên 3ê heta 10`ê Şûbata sala borî jî, mamosteyan li Kurdistan û Îranê de bi biderketina ser şeqaman, xwaziyarê pêregihîştin bi daxwaziyên xwe bûn, lê heya niha tu yek ji xwastên wan ji aliyê rejîmê ve nehatine cîbecî kirin.

Li gor amaran, zêdeyî milyonek mamosta û ferhengî û aliyê kêm 750 hezar mamostayên xanenişînkirî I Îranê de hene.