Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo çî qurbaniyan dixwazin?

22:16 - 23 Îlon 2020

Kerîm Perwîzî

Ferman dane ku kesekî/ê bikujin û xwîna wî/ê birêjînin ser axê. Ev fermane, ne nû ye, û ne yekem ferman e, belkî fermaneke berdewam e ku di roj, meh û salan de, dubare û 100 bare û 1000 bare bûye. 

Ji dema ku desthilata Koloniyalîstî ya Tehranê desthilat girte destê xwe, û netewên hundirê cuxrafiyaya belalêdayî ya Îranê bi şikestxwariyên şer dizanin, dibine xanexwêyê şîva xwînê, û wan talanan dikin, Tehran bûye fermana îdam û gullebaranan û Kurdistan jî bûye berxê qurbaniyê yê xevn û xeyalên cejn û mêvandariya dagîrkeran.

Qurbanîkirin bona têrkirina xwînmijiya hakimên desthilatdar e ku tênîtiya wan tenê û tenê, bi xwînê dişkê.

Serokên Koloniyalîst yên Tehranê, çi bi tanc û çi bi “mendîl” û çi bi putîn û çi bi kiravatê, dema çav bi Kurdistanê dikin, tinê û tinê wekî dujmin mêze dikin ku herdem jê bêxem bibin, û guh nednê, êrîşî ser koşkên wan yên derevîn dikin û wan dişevitînin.

Ji ber vê tirsa kûr e ku, bi berdewamî serkut û tîxa xedrê bi ser Kurdistanê de radigrin, û herdem hewcehî bi çavtirsandina xelkê din yên Îranê hebin, dubare dest dibin bo nav Kurdistanê, û kesekî hildibijêrin û dikin qurbanî, heta tirsa xwîndîtina çavên navendnişînan kêm bike, û yên din jî bitirsin û li dijî rejîmê çalakiyan nekin.

Ev kiryarên wiha û ew cure dîtingeha li hember Kurd û Kurdistanê de, zêdetir ji 100 salan e ku berdewam e, û Komara “Wilayeta Feqîh” gelek tundtir û hovanetir ji yên berê bi rê ve dibe.

Dema ku kesekî wek “Heyder Qurbanî” di nav xelkê Kurd de binçav dikin, û tohmetekê lê didin, êdî bo wan girîng nîne ku ew tohmet rast e an ne, û heta hekî karek jî kiribe, gelo pêka yasayên wan yên dijemirovî, cezaya wî bi qasî karê wî ye an ne?

Bo wan “Heyder” girîng nîne, belkî qurbanîbûn girîng e. Ew “Heyder” bi tenê bona qurbanîkirinê dixwazin, heta ku çend miftexwarên xwe di Kurdistanê de razî bikin û hem tênîtiya xwe bişkînin, û hem jî xelkê din bi dîtina xwînê çavtirs bikin.

Renge çend hevpiyaleyên “Weliyê Feqîh” ku li aliyê xwarê  yê sifreya hikûmetê de mijûlî xwarina xwîna qurbaniyan bin, hêceta vê yekê bo rejîma dagîrker wekî rejîma Îranê bînin, û bêjin ji ber vê yekê ku Kurd berevanî ji xwe kiriye, lewma asayî ye ku rejîm jî xwîna wan birêje, lê her hizreke azad û îradeyeke berxweder dizane ku “Heyder” tinê û tine, bi tawana Kurdbûnê dikin qurbanî.