Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo karên nexweşxaneyên Kurdistanê astengiyan çê dikin

17:30 - 11 Adar 2019

Kurdistanmedia: Karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, Ii dirêjahiya birêvebirina siyasetên dijî mirovî yên xwe, û bîr û raman hişk a xwe îzin nadin da ku, pîzişik di nexweşxaneyên Kurdistanê de, nesaxan çareser bikin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îslamî a Îranê, di dirêjahiya siyasetên xwe yên li dijî  xelkê Kurdistan û codahîdanîna di navbera regezên Îranê de, li nexweşxaneyeke bajarê Mehabadê, di piraniya beşan de, mêr û jin ji yektir coda kirine.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê,  bas ji vê dike ku, di salên borî de, perestarên jin di beşa taybet a mêran de kar dikirin, lê niha, tenê perestarên mêr bo danîne, û bi beşa jinan de jî tenê jin kar dikin.

Yasaya codakirina regezê di Îranê de, di serdemê serkomarê berê yê rejîmê, Mehmûd Ehmedînijad de, hate gorê, û ev yasaya jî, di hemî dezgeh û îdareyên rejîmê de, hate cîbicî kirin.

Yasaya codakirina regezê di Îranê de, ji aliyê çalakvanên mafê mirov de bi tundî hatiye rexnekirin, lê, berpirsên rejîma Îranê,  pirsa mafê mirov wekî pirseke ewlehî nîşan didin.

Rejîma Îranê,  bi birêvebirina siyasetên wiha, tenê fezaya Kurdistanê ewlhîtir dike, û reftarên xelkê zêdtir dixîne jêr çavdêriya xwe.