
Kurdistanmedia: Taya 5 a dadgeha Giştî ya rejîma Îranê li bajarê Urmiyê, bo mamostayê Kurd, dosya dadweriyî çêkir.
Ajansa Nûçegihaniya ‘Kurdpa”yê di raportekê de daye xuyakirin ku, roja Çarşemî 15`ê Reşemeh(6`ê Adar)`ê, mamostayê Kurd yê bi navê “Peyîman Neqşbendî” piştî çêkirina dosya dadweriyî navbirî bi tawana “Piropagende lidijî nizamê”, li taya 5 ya dadgeha Giştî ya bajarê Urmiyê, bi danîna barimteya 20 milyon Tûmenî, li girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Ew mamostayî Kurd, li gundê “Reşekan” a girêdayî bajarê Urmiyê, mijûlê ders gotinê bûye.
roja Çarşemî 8`ê Reşemeh(27`ê Şibat 2019`an)`ê, “Peyman Neqşbendî” bi tawana ”Piropagende lidijî nizam û xwindina helbestên siyasî di nav polên xwendinê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.
Herwisa roja Yekşemî 12`ê Reşemeh(3`Adar)`ê ew mamostayê Kurd, piştî bidawîbûna likolînê di girtîgeha îdareya îtila`atê, ev bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin.