Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo piştevanîkirin ji pêşmerge çalakiyên tebilîxî berdewam dikin

12:03 - 24 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Serdeştê  bo piştevanîkirin ji “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, çalakvanên siyasî û endamên Hizbê, di gundê “Bêrane” a girêdayî bajarê Serdeştê, çalakiyên teblîxî lidarxistin.

 Herwisa siloganên wekî “bijî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, serkevtin bo Rasanê, em şopînerên rêbaza rêya Qazî, Qasimlû û Şerefkendîn e, ew  gelê ku azadiyî bixwaze dibe nirxa vê azadîyê jî bide, bijî Hêza Pêşmergê PDKÎ, Rasan bihevre girêdana xebata çiya û bajar e, mirin û neman bo rejîma terorîst ya Îranê nivîsîne, û bi siloganên wiha, piştevaniya xwe ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê nîşan dan.

Di heyama rojên borî de, li gund û bajarên Kurdistanê, Çalakiyên teblîxî bo piştevanîkirin ji pêşmerge berdewam in.