
Berpirsê Giştî yê Jîngeha parêzgeha Kirmaşanê“Fereydûn Yawerî” tevî îşarekirin bi pîsbûna ava çemê “Xuresû”yê gotiye ku tevlîbûna ava averoyên bajaran sedema serekî ya pîsbûna ava wî çemî ye û niha hezar û 500 miliyard Tumen bo avakirina palavtingeh û pêşîgirtin li tevlîbûna ava averoyan hewce ye.
Berpirsê Giştî yê jîngeha parêzgeha Kirmaşanê gotiye ku çavkaniya wî çemî “Serava Rewanser”ê ye û li nava bajarê Kirmaşanê diherike di halekê de ku dikarî bibe bi cihê geştiyariya wî bajarî û bibe cihê jiyana avjiyan lê mixabin bûye çavkaniya pîsahiyê.”
Navbirî gotiye ku di niha de %65 averoyên bajarê Kimaşanê tevlî ava çemê “Xuresû”yê dibe.
Herwisa “Fireydûn Yawerî” gotiye ku baştirîn rê bo çareserkirina wê pirisgirêkê ew e ku palvtingehekê din ava bikin û herwisa gotiye ku di niha de bi tenê %35 averoyên bajarê Kirmaşanê têne palavtin û bo palavtina %65 dinê dibe palavtingehekê din bê avakirin.