Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo yad û bîranîn ji 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo çirayê mala hemwelatiyên Kurdistana Bakûrê hat vemirandin.

20:23 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di bajarê Şirnaxê a Kurdistana Bakûrê bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, çirayên malan hat vemirandin.

Malpera Dengê Azad bilav kir, pişkek ji hemwelatiyên bajarê Şirnaxê a Kurdistana Bakûrê bo bîranîn ji 22’ê Pûşperê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, bo heyamê 5 deqeyan çirayên mala xwe vemirandin.

Malpera han da zanîn, li devera Elkî ser bi bajarê Şirnaxê hemwelatiyên kurdperwer û rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo bo bîranîna 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo çirayê mala xwe vemirandin. Û bi vê boneyê carek din peymana piştevaniyê li rêvingên riya azadiyê nû kirin û kerba xwe bo dijminên azadî û ronahiyê derbirîn.

Dr. Qasimlo tevî Ebdullah Qadirî Azer endamê Komîteya Navendî û nûnerê PDKÎ li derveyî welat û Fazil Resûl Kurdê Îraqê o dostê PDKÎ li bajarê Viyenê paytextê welatê Otrîşê ku bo gotobêjkirin tevî rejma Îslamiya Îranê bo çarenivîsa maf gelê Kurd di Îranê de, di 13’ê Tîrmeha 1989’an de ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê, wate: 1- Mihemedcefer Sehrarûdî, berpirsê şanda Îranê ji bo gotûbêjê, endamê payebilind yê Wezareta Hundir, karnas û şarezayê kar û barên Kurdistanê, cîgirê fermanderê tîpa Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî û şandiyê taybet yê “Refsencanî”, Serkomarê Îranê yê berê, 2- Hacî Mustefewî (naskirî bi “Cewadî” yan “Lacewerdî”), endamê payebilind yê dezgeha ewlekarî û tenahiya Îranê, 3- Emîr Mensûr Bozorgiyan, îskort û parêzerê fermî yê Sehrarûdî, di Apartmana hejmar pênc ya şeqama “Lînkeban” li bajarê Viyenê li ser maseya danûstandinêde hatin terorkirin.