Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bokan jî bê nan maye

17:31 - 11 Çirriya pêşîn 2020

Tevî nebûna nan û kêmbûna nan di parêzgeha Urmiye de, niha xelkê bokanê ji destê kêmbûna nan gazindan dikin.

Di heyama rojên derbasbûyî de nan di bokanê de kêm bûye û welatiyên wî bajarî digel nîgeraniyê rû bi rû bûne.

Welatiyan bas ji wê hindê jî kiriye ku nan bûye xelay û li sûpermarkêtan de jî nan dest nakeve û nanevaxanan jî bi sedema wê ku pişka ardê wan kêm kirine heta demjimêr 10 û 11 kar dikin.

Xelk ew nanê ku hewce ye bi wan re nadin û xelk di rewşa bê nanî de derbas dikin.

Krîza bê nanî di halekê de ye ku di bajarên din yên Kurdistanê de berfireh dibe û berpirsên rejîmê jî naçine bin barê rexinan û dibêjin pişka ard di cihê xwe de ye.

Ji aliyekê din ve jî dibêjin çavdêrî di ser nanvaxanan de dikin.

Xelk jî basa wê hindê dikin ku rejîmê pişka nan di nanvaxana de kêm kiriye û bi wî awayî derdikeve ku rejîm heta nan jî li ser sifreyên xelkê nahêle.