Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bokan/ Yek ji firoşyarên medeyên sirker bi tevir hat kuştin

17:01 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Yek ji belavkerê û kirîn û firotina madeyên hişber di Bokanê de bi tevir hat kuştin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî 29’ê Tîrmeha 2014’an, yek ji firoşyarên madeyên hişber ku bi harîkariya rejîm û dest û pêwendiyên rejîm ektîv bû, hat kuştin.

Navê firoşyarê medeyên nakotîk, Emîn Efşarî naskirî bi Xanî Mewad temen 27 salî, kurê Elî û rûniştiyê gundê Mecbûrava hatiye ragehandin ku bi lêdana tevir hatiye kuştin.

Yek ji akinciyê bajarê Bokanê tekeza vê nûçê kir û bi peyamnêrê malpera Kurdistanmedia ragehand: Emîr Efşarê bi lêdana tevir ji aliyê nave xwe ve hatiye kuştin.

Hemwelatiyî han di dirajiyê de îlan kir ku Emîr Efşarî bi harîkariya kirêgirtiyên rejîma Îranê û bi agahdariya rejîm bi awayeke sîstematîk li cira belavkirina medeyên hişber di Bokanl de kar kiriye û madeyên sirker di nav hemwelatiyên Bokanê de bilav kiriye.

Hêjayên gotinê ye ku hevwelatiya çendîn caran daxwaz ji wî kiribûn ku wî karî neke û dest ji kirîn û firotin û belavkirina madeyên nîkotîk berde, lê navbirî tu guhdariyek ji daxwazên hemwelatiyan nekiriye û dirêje bi karê xwe qirj daye.

Yek ji siyasetên rejîma Îslamî a Îranê di Kurdistanê de, kirîn û firotin û belavkirina madeyên hişber e ku ji aliyê dest û pêwendiyên xwe ve dirêje bi siyaseta xwe dide.

Li gor raportan, li gor çend salên derbasbûyî de, hejmara kesên ku ji aliyê rejîma Îranê ve ketine telika madeyên sirker, bi awayeke ber çav zêde dike.