Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bolton: Vegerandina dorpêçan bandora xwe li ser aboriya Îranê hebûye

18:30 - 23 Tebax 2018

Kurdistanmedia:  Berpirsên Amerîkayê cardin bas ji bandora sepandina dorpêçan li dijî rejîma Îranê dikin.

Bolton Şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Bolton ku di Îsraîlê de ye ragehand ku xwenîşandan û nerazîbûn di Îranê de wê berdewam bin.

Bolton ragehand: “Tu pîlanek li dijî Îranê di holê de nine. Eva xelkê kûçe û kolanan in ku di bajarên biçûk û mezin de ji rewşa aboriya welat bêzar bûne. Cotyar, kedkar û xwedîşuxlên hûr dibêjin “mirin bo rejîmê”, ew nabêjin “mirin bo Amerîkayê”.

Navbirî ew nerazîbûnên niha girê dan bi nerazîbûnên meha Befranbarê. Bolton gef xwar ku hekî rejîm xwestekên me bersiv nede, emê emê biryara trump bi cih bînin, ku heman zêdekirina zextê ye, û pêdagirî kir ku ew nahêlin bi tu awayî rejîm çeka etomî bi dest bixe.

 Derheq Spaha Pasdaran jî navbirî îşare bi vê kir ku di encama dorpêçên aborî, bandora Spaha Pasdaran di Sûriye û Yemenê û Îraqê de kêm bûye.

Wî bi eşkere got ku emê heta zêdetir ji dorpêçên aborî jî, zextê bixin ser rejîmê. Wî piştevaniya xwe cardin ji êrîşên Îsraîlê li ser hêzn rejîma Îranê di Sûriyê de dubare kir.