
Kurdistanmedia: Balafirên şer ên Îsra`îlê navendên terorîstên Spaha Qudis a taya Sapha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê li Sûriyê bombebaran kirin û hejmarek li çekdarê Spahê hatine kuştin û birîndarkirin.
Şeva pêncşemî rêketa 5`ê Befranbarê, Balafirên şer ên Îsra`îlê binkeya El-Bukemal a Spaha Quds a taya Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê di rojhilatê Sûriyê de bombe kir.
Heya niha, 5 kes ji hêzên Sepah Quds a taya Spaha Pasdaran a terorîst li derveyê welat ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatine kuştin û çendîn kes jî hatine birîndarkirin.
Her di vê derheqê de, berpirsê Stada Artêşa Îsra`îlê General “Aviyû Koxavi” gotibû: “Em amadene ku digel rejîma Îranê şer bikin.
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îsra`îlê, General “Aviyû Koxavi” dibêje ku: “Rejîma Îranê di paşerojeke ne dûr de, dê şerekî sînordar digel Îsraîlê rûbirû bibe, û şerekî giran dê biqewime, Ji niha û pê de Arteşa Îsra`îlê xwe bo vê rojê amade dike”
Herwisa got: “Rejîma Îranê bernameya xwe ya navikî didomîne, û li dijî civaka navdewletî, hin ji pîlanên xwe dimeşînin ku ji bo çêkirina mûşekên şer ava bikin, heta tê zêdetir dibe, dibe pêşî jê bête girtin.”