Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bona 2`ê Rêbendanê Kurdistan hat xemlandin

16:53 - 19 Kanûna Paşîn 2022

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên Kurdistanê, bi hilkefta 2`ê Rêbendanê, salroja avabûna Komara Kurdistanê, di çalakiyên bangeşeyî ên xwe de berdewam in.

Endam û alîgirên hizbê li bajarê “Bane” li kolanên şeqama Merizbanan, kolanên Baneya kevin kon, derdora Mizgefta Seyîd, Şeqama Îmam, Meydana Mirowet, derdora Dermanxaneya şevûroj û Tirmînala berê” bi lidar xistina çalakiyên bangeşeyî salroja avabûna Komara Kurdistanê bilind nirxandin.

Her di vê derheqê de, li gundê “Serêze” ya girêdayî bajarê “Sine”, endam û alîgirên PDKÎ, ji ber nêzîk bûna 2`ê Rêbendanê, alaya pîroza Kurdistanê hilidan û posterên taybet bi vê hilkeftê belav kirin, û xweşî û şahî xistine nava dilê xelkê de.