Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Boriya gaza bigivaş li bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê hate teqandin

12:35 - 12 Hezîran 2021

Wê carê teqîna boriya gaza bigivaş li bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê bû sedemê agirpêkevtinek mezin.

Roja Înê 11ê Hezîranê boriya gaza bigivaş li çarrêya Mader li bajarê Îlamê teqiya û bû sedemê agirpêkevtinek mezin.

Herçiqas berpirsên rejîmê di wî bajarî de ragihandine ku ew bûyera bi sedema agirgirtina pûş û pelaşê derdorê boriya gazê bûye, lê xelkê wê taxa bajarê Îlamê dibêjin ew cihê ku borî teqiya ye û agir girtiye, hatibû kolandin û borî di bin erdê de nehatibû veşartin, lewma xelkê jêve ye ku ev agir bi zanebûn û bi armanca teqandina boriya gazê hatibe berdanê.

Gorî zaniyariyan piştî çendîn demjimêran agir hatiye kontrolkirin û ti xisareke canî bi du xwe ve neaniye.

Agirpêkevtin û teqînên cihê şik û gumanê li her derê Îranê berdewam in û rejîm hewil dike ku wan bûyeran bi asayî bide zanîn.

Heta niha Îsraîlê berpirsayetiya encamdana çendîn bûyerên teqîn û agirpêketinên di Îranê de kêşandiye stuyê xwe. Yan zaf ji wan bûyeran û agirpêketinane ji aliyê Spaha Pastaran ve bona xapandina hizra xelkê têne encamdan.