Piştî agirpêketina li palavtingeha Tundgûyan li bajarê Tehranê, wê carê boriya veguhastina neftê li gundê “Biromî” a girêdayê bajarê Ehwazê rastî agirpêketinê hat.
Roja Pêncşemî 3ê Hezîranê, Berdevkê Şirketa Netewiya Dewerên Başûr, “Şehram Werdek” bas ji temirandina agir li qamûşên derdora hêla boriya veguhastina neftê ya gundê “Biromî” li bajarê Ehwazî kiriye ku bi sedema teqîna boriyê, û bi hegerekî ne diyar ew borî arir girtiye û xisar gihandiye hêla neftê.
Pêka gotina”Şehram Werdek”, ew agirpêketin li roja Pêncşemî demjimêr 10ê danê sibê li qamûşên derdora xeta boriya veguhsatina neftê ya gundî Biromî de qewimiye.
Rejîma Îranê îdia kiriye ku sedema wê agirpêketinê bi sedema rijyana neftê ji wan boriyan bûye.
Herwisa palavtingeha Tundgûyan li bajarê Tehranê de agir bi tewawî nehatiye temirandin û careke din ew agire berfirehtir bûye û pêka zaniyariyan heta şewitîna tewaw ya wan enbarên palavtingehê ew agir nayê temirandin.
Rejîma Îranê îdia kiriye ku sedema teqîn li palavtingeha Tundgûyan germ bûna zêdeye hewayê li enbaran de bûye.
Ew agirpêketinên li pey hev û bi wê qasa berfireh li cihên hestiyar de şik û gumana wê yekê heye ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin.