Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bors dîsan daket

18:58 - 18 Nîsan 2021

Li yekim roja heftiyê di roja Şemiyê de bazara Borsê bi qasî 9 hezar û 634 yeke daket.

Daketina berçav a Borsê karlêkerî li ser nirxan di bazaran de heye, bi awayekî ku %81 a bazarê rastî daketina danûstandinê hatiye.

Serokê Saziya Borsê “Elî Dêhqan Dêhnewî” îtiraf bi vê yekê kir: “Darayiya xelkê ji aliyê Borsê ve tê talankirin”.

Bors di sala 1399an de gelek serkevtin bi dest ve anî û zêdetir ji 680 milyard Tumen hevkariya darayî û aboriya rejîma Îranê kiriye.

ji aliyek din ve, Serokê Banka Navendî yê rejîmê, “Ebdullnasir Himmetî” gotiye: “Sedema bingehîn a enflasiyonê li 2 salên derbasbûyî de, çapa perê bê piştevan e”.