Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brett McGurk: “Bercam neyî zindîkirin dê Îran rastî dorpêçên gelek zêdetir bibe”

12:53 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Hevahengkerê Koşka Sipî li karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê “Brett McGurk” gotiye: “Bawer nakim ku Bercam di heyamek nêzîk de bê zindîkirin û Koşka Sipî li pey mifahvergirtin ji sepandina dorpêç û tenê hiştina aborî li dijî Tehranê ye”.

Malpera “Axios” a Amerîkayê belav kiriye ku Hevahengkerê Koşka Sipî li karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê “Brett McGurk” di cîvîna bisporan bo zindîkirina bercamê de gotiye: “Ez bawer nakim ku di heyamek nêz de Bercam bê zindîkirin û Koşka Sipî li pey sepandina zêdetir a dorpêçan li ser Îranê ye”.

Berpirsên rejîma Îranê bo dirêjkirina heyama danûstandinan li pey hêcetan in û her carê bi sedemekê xwe ji wajokirina reşnivîsan li derheq Bercamê diparêzin û heta di vê dawiyê de jî reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê wajê nekirine.

Di vê derheqê de Berpirsê Siyaseta Derve ye Yekîtiya Ewropayê “Josep Borrell” gotiye: “Niha dema biryardan li ser Bercamê ye û êdî dem bo vergirtina poen û çavrêhiya zêdetir nemaye”.

Herwisa Wezîra Derve ya Feransê “Catherinê Colonna” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku reşnivîsa pêşniyarkirî ya Yekîtiya Ewropayê bi lezgînê wajo bike.

Rejîma Îranê çendîn hêlên sor bo wajokirina Bercamê danîne ku yek ji wan hêlan derxistina navê Spaha Pasdaran ji lîstê girûpên terorîstî ye, lê heta niha hemû berpirsên Amerêkayê bi tekezî ew daxwaza rejîma Îranê red kirine.