Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Brian H. Hook” carekî din pêdagirî li ser metirsiyên Îranê bo ser aştî û aramiya cîhanê kir

16:56 - 8 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: “Brian H. Hook” nûnerê taybet yê wîlayetên yekgirtî ên Amerîkayê bo karûbarên Îranê, carekî din pêdagirî li ser metirsiyên Îranê bo ser aştî û aramiya cîhanê kir.

Roja Duşemiyê 15-ê Xezelwerê “Brian H. Hook”, nûnerê taybet yê Wîlayetên Yekgirtî ên Amerîkayê bo karûbarên Îranê, di gotûbêjekê de digel malpera “El-arabiye” carekî din pêdagirî li ser metirsiyên Komara Îslam a Îranê bo ser aştî û aramiya cîhanê kir, û di wê derheqê de jî eşkere kir, hikûmeta Amerîkayê bo berbirûbûn û pêşîgirtin ji çalakiyên terorîstî ên Tehranê pirojeyek di dest de ye.

“Brian H. Hook” di gotûbêjekê de, îşare bi çend hewl û çalakiyên têkderane û terorîstî yên Îranê kir û got: “Ji bilî vê ku çalakiyê navikî gefek in bo ser aştî û aramiya cîhanê, lê Îran li ser çêkirina mûşekên balistîk berdewam e, û êrîşên Saybirî û palpiştiya malî ji terorîzmê dike, û vedigeşîne.

Me di vê derheqê de pirojeyeke giştgîr bo rûbirûbûna wan çalakiyên Îranê heye. Ji bilî vê ku dorpêç bo ser Îranê wê berdewam bin, gelek rêyên din jî emê bigirine ber .

Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Îranê, li ser hewlên Îranê bo dewrlêdana dorpêçan ragehand: Ew cezayên ku bi ser Îranê de hatine sepandin wê tundtir bin, û got jî: Dorpêçên nû bo ser Îranê zêde dibin û hemû wan welatan jî digire ku digel Îranê pêwendiyên bazirganî hene.

“Brian H. Hook” di dawiya gotûbêja xwe de eşkere kir ku digel Erebistanê û Îmarata Yekgirtî ya Erebî rêk ketine, ji bo parastina cêhgîrbûna nirxa neftê, piştî destpêka dorpêçên nû bo ser Îranê.