Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brian Hook: Di Îranê de mêr û jin bi sebeba baweriyên Olî, êş û azaran dibînin

11:05 - 29 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Nûnerê taybet yê Îranê yê di Wezareta Karê Derve yê Amerîkay de, “di civîna olên azad ya di saziya navneteweyî de”, rewşa ol û mesebên cuda yên di Îranê de, rexne kir.

Li gorî nûçeyên ku belavbûne,”Brian Hook”, nûnerê taybet yê  Îranê yê di Wezareta Karê Derve yê Amerîkayî de  ragehand ku, di Îranê de her roj mêr û jin bi sebeba baweriyên olî yên xwe, li hemberî hovîtiyên rejîmê,  êş û azaran dibînin, yên wekî civaka Behaiyan, Mesîhî, Kelîmî, Zerdeştî, Sunî û mislmanên Derwêş, bi awayekî berdewam rastî  êş û azarên vê rejîmê dibin”.

Wî berpirsî Amerîkayê  ev yeka jî zêde kiriye ku, “mislmanên Sunî meseb jî,  ji aliyê rejîmê ve tên serkut û qetilikirin, û herwisa bi awayê serberedayî van desteser û îşkence dikin, û heya îzina avakirina cihê do`akirinê jî  bi taybet di bajarê Tehranê de, ji van re nadin.

  Herwisa navbirî got: Ev kiriyarên rejîmê di demekê de ne ku, ev rejîma îdi`a dike nobedarê  alaya Îslamê ye.

“Hook” di axavtina xwe de îşare bi vê jî kir ku, di heyama hefteya borî de, Hesen Rohanî serkomarê Îranê di konferansa cîhanî ya  yekgirtîbûna Îslamê de axavt, lê, derbara êş û azarên ku hevwelatiyên Îranê yên sunî meseb ji aliyê rejîmê ve dibînin  tu tiştek negot.

Herwisa civaka cîhanî ya Behayan jî  di daxuyaniyekê de, derheq rewşa Behaiyan di Îranê de nîgeraniya nîşan daye.

“Brian Hook”  got ku, “Serkomarê û rêberê Îranê, bêrêziyî bi bingeha bihevre bûnê dikin, û wê kiryarê derheq mislmanên seranserê cîhanê de bi kar tînên, û valahiyek di dilê komên mesebî de ku ev sedan salin, di kêlega yektir û bi hevre jiyanê dikin çê kirine”.