Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Brian Hook”: Ewropa dibe di navbera Amerîka û Îranê de yekê hilbijêre

12:00 - 29 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: “Brian Hook” Berpirsê Kargirûpa Îranê di wezareta Derve ya Amerîkayê de got: Ewropa dibe xwe yekalî bike ya digel me be ya jî digel Îranê.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Înê 7`ê Pûşpera 1398`an, “Brian Hook” Berpirsê Kargirûpa Îranê di wezareta Derve ya Amerîkayê de got: Kompaniyayên Ewropayê, dibe dinavbera gûherînkariyên bazerganî de ya Amerîka ya jî Îranê hilbijêrin.

“Brian Hook” daye zanîn ku, her welatek ku nefta Îranê bikire, yê rastî baykotên Amerîkayê bê.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de got: “Washington” di hewlê de ye ku pêşî ji destpêragihîştina Îranê bi 50 milyard dolar ku dahata neftê ye bigre.

“Brian Hook” Berpirsê Kargirûpa Îranê di wezareta Derve ya Amerîkayê daye zanîn ku, hekî me astenî di Yemenê de bo rejîma Îran çê nekiribana, niha rejîma Îranê geviya Bab-Mendê jî girtibû.

Her di wê pêwendiyê de jî, Îranê gef ji Ewropayê xwarine ku, hekî Ewropa rêçareyekî bo baykotên Îranê nebîne, emê mehandina uraniyûma xwe bi 300 KG zêde bikin.

Ji aliyekî din ve jî, roja Çarşemî 5`ê Pûşpera 1398`an, Wezîrê xezînedarî yê Amerîkayê “Steven Mnuchin” di gotûbêjekî digel kanala “CNBC”ê got: Em hewil didin da ku baykotên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê bigihînin ji 100% î.