Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brian Hook: Îran di rêya guhertina nasnameya neteweyî a Îraqê de ye

12:50 - 12 Adar 2019

Kurdistanmedia: Nunerê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayî, di derheq karûbarên Îranê, û serdana Hesen Rohanî, serkomarê rêjîma Îranê, bo welatê Îraqê, dijkiryar nîşan da.

“Brian Hook” Roja Duşemî got: Rayedarên rejîma Îranê li Îraqê, li pey vê yekê ne daku, bikarin Îraqê bikine yek ji parêzgehên xwe yan jî parek li Îranê.

Herwisa  wî nunerê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayî tekes jî kir ku, hekî Îran bigihîje wê armanc u xewina xwe, vê demê dê bikare rêyeke mezin a serbazî çêbike, dakû Spaha Pasdaran a terorîsît bikare çekan bigehîjine girûp û taqimên terorîstî  yên li seranserî deverê.

Civatgeha cîhanî, rêjîma Îranê, sebebikarê serekî yê alozî û şerê di Îraq û Sûriyê de, dizane.