Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Brian Hook”: Îran dibe dev ji gefxwarina li welatên deverê berde

19:12 - 27 Îlon 2018

Kurdistanmedia:  “Brian Hook”  berpirsê “Girûpa pêngavhilgirtin li dijî Îranê” got ku Îranê dibe dev ji çalakiyên xwe yên gefxwarinê berde.

Roja Çarşemî 4`ê Rezberê (26`ê Îlonê) “Brian Hook” berpirsê  “Girûpa pêngavhilgirtin li dijî Îranê” ya di Wezareta Derve a Amerîkayê de di gotûbêja digel kanala “ Iran International” a fasrîziman di Saziya navneteweyî de ragehand ku:, “Me peyameke zelal ji Îranê re heye û ev jî ev e, dev ji çalakiyên wekî, gefxwarin li welatên deverê, çalakiyên terorîstî, êrîşên saybirî, çalakiyên leşkerî, gendelî, bernameyên navikî û mûşekî û piştevanîkirina malî ji terorîzmê berde, û em ji cîhanê re dibêjin ku Îranê çi metirsiyeke ji bo deverê û aştî û ewlehiya deverê heye”.

Wezareta Derve ya Amerîkayê  di dawiya Gulanê de, “Girûpa pêngavhilgirtin li dijî Îranê” ji aliyê vê wezaretxaneyê ve pêk anî, û erk û wezîfeya vê jî, hevahengîkirina siyasetên Amerîkayê yên derheq Îranê li stû ye.

Her di vê pêwendiyê de,  berpirsê “Girûpa pêngavhilgirtin li dijî Îranê” derheq axavitinên  “Mik Pompeo”  ku roja Sêşemiyê derheqê “Neyasayîbûna Hikmeta Komara Îslamî a Îranê de” axavtibû, dabû zelalkirin ku: “Tu hikûmetekê bi qasî  Îranê daxuyaniyên Saziya navneteweyî  binpê nekiriye”.

Herwisa navbirî got dema ku hûn çav li 39 temenê tijî ji zilm û zordarî û dîktatoriya mesebî a rejîma Îranê dikin, dibînin ku evan xelk xistine bin givaşan de, û çavên xwe girtine, û tewahiya perê welat bo çalakiyên rejîma xwe xerc dikin, wekî çalakiyên şerxwazane yên di Sûriyê, Îraq, Yemen û Lubnanê de.

Rejîma Îranê dibe ev perê ku bo şerê dervey welat dişîne, dibe ji bo xelkê xwe sermayeguzarî bike.