Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brian Hook: Lei`net şandin, rewşa Îranê çareser nake

12:14 - 19 Adar 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê Kargirûpa Îranê, derheq axavtinên Hesen Rohanî got:  Xelkê Îranê kar dixwazin neku, le`inet şandin.

Roja Duşemî 27`ê Reşemehê, “Brian Hook” berpirsê Kargirûpa Îranê, li ser rûpela “twittra” xwe nivîsîbû ku, axavtinên Hesen Rohanî serkomarê rejîma Îranê xwe dizîn li erêkirina şaştiyan e.

Rohanî, di dawîn civîna xwe ya digel, heyeta Dewletê ya li sala 1397`an, arîşeyên welat xistine stûyî evên ku van bi, dijmin bi nav dike,  û gotiye: Her çi qas le`inetin li dijî Amerîka, Îsra`îl û Erebistanê ne, bişînin.

Hook, derheq bi axavtinên Rohanî de got: Xelkê Îranê şûxil dixwazin û ne le`inet û sihir.

Destêverdan di karûbarên welatên dever û piştevanîkirin li girûpên terorîstî bi, milyonha Dolar, dizî û gendeliyên berpirsên rejîma Îranê, bûye sedema xirab bûna rewşa aborî a xelkê, lê, berpirsên rejîmê, sebeba çarereşiya xelkê xistiye stûyî welatên din.