Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brian Hook: Rejîma Îranê 40 sal e pareyê xelkê xercê girûpên terorîsdtî dike

12:06 - 1 Nîsan 2020

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Karûbarê Îranê, “Brian Hook”, di nameyekê de basa 40 sal desthilata rejîma Îranê kir û daye zanîn, ku rejîma Îranê pareyê xelkê xwe xercê girûpên terorîstî û Hizbulaha terorîst a Lubnanê dike.

Nivîsînên “Brian Hook” bi wî awayî ye:

Wê dawiyê Îran şahidê 40`emîn salvegera desthilata Îslamî bû, lê hejmareke gelek kêm ji Îraniyan bilî berpirsên rejîmê cejin girtin. Çimkî Îranê nekarî civatgeheke dadperwerane û yeksanî ku Xumêynî û berpirsên din yên şoreşa sala 1357`an soz dabûne xelkê çê bikin.

 Îro rojê, Îran tenê bûye ya hin berpirsên xapîner. Sindoqa sitada Xamineyî, nêzî 10 milyard dolar têde ye, qirar wisa bû bidine xirxwaziyê, lê niha darayiya Îraniyan bo parastina rejîmê destbiserde girtiye. Spaha Pasdaran kiriye welatek di nav hindurê Îranê de û pişî ji pêşveçûna gelek parên aborî girtiye. Wezîrê Derve ê Îranê di halekê de Twitter fîltir kiriye ku bi xwe ji aliyê hesabên Twitter ve digel cihanê diaxive.

Di yek ji wan rojan de, bi şarezatirîn kes di Amerîkayê de dikarin bo çareseriya pirsgirêkên Îranê hewil bidin. Bi hebûna pêwendiyên di navbera Îran û Amerîka, em digel hev dikarin pîsbûna hevayê Tehranê kêm bikin; Avahiyan ava bikin ku di hember erdheja Kirmaşanê de bergirî bikin; û avê bi gola Urmiyê û Zayendê Rûd veguhazînin.

Ew rejîme bi cihê vê ku alîkariya dîktator, terorîstan, û çêkirina mûşekan û çekdaran bike, dibe bo xelkê xwe sermayeguzarî bike. Bi siya serê yaranên rejîmê, nêvinciya dahata çekdarên Hizbulaha Lubnanê du heya sê hemberê dahata yek ji agirkujên Îranî ye.

Hekî netewên Îranê nekrin wê rejîmê neçar bi birêvebirina standarî bikin, ku hemû netewên din pêka wê kar dikin, em dibe şahidê tundûtîjiyê zêde di derve û hindurê Îranê de bin.

Amerîka, bi morela azadîxwaziya xwe, ji dengê xelkê Îranê ku demeke dirêje nehatiye bihîstin piştevaniyê bike. dîroka Îranê dê di 40 salên bê de ne ku dibe tirsd û serkut, belkî dê bibe azadî û mafê beramberî bo xelkê Îranê.