Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Brian Hook”: “Washington”ê piştevanê maliya Hizbullaha Lubnanê lawaz kiriye

12:23 - 20 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê Kargirûpa Îranê “Brian Hook” got ku: “Washington”ê piroseya dabînkirina maliya girûpên terorîst yên wekî, Hizbullaha û Hemas a Lubnanê, ku, ji aliyê Îranê ve têl kirin, lawaz kiriye.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemî 19`ê Hezîrana 2019`an, Berpirsê Kargirûpa Îranê “Brian Hook” di civîna kongireyî de got: Amerîkayê baykotên tund lidijî vê rejîmê îlankirine da ku ev rejîma şiyana destpêragihîştina bi bombeya navikî tunebe, û bandorên baykotên Amerîkayê, rejîmê neçar dike da ku bê bo maseya lihevkirineke nû.

Herwisa “Brian Hook” di berdewamiya axavtinên xwe de got: Tevî vê ku baykotên aborî yên Amerîka yên li dijî Îranê, her berdewam in, lê, rejîma Îranê bi berdewamî piştevaniya girûpên terorîstî dike û bernameya mûşekên balistîkî yên xwe jî berfireh dike.

“Brian Hook” li warê bandorên baykotên li dijî siyaseta rejîma Îranê di deverê de got: “Washington”ê piroseya dabînkirina maliya Hizbullaha û Hemas a terorîst ya Lubnanê ku ji aliyê Îranê ve  tê encam dan lawaz kiriye.

Navbirî ji Îranê daxwaz kir da ku, rejîm bi dîplomasiyê bersivê bide, ne bi kiryarên terorîstî.

“Hook” da zanîn ku, baykotên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê bûye sebeba daketina 6% ji aboriya rejîma Îranê, û Îranê binkeyên leşkerî yên xwe yên li Sûriyê kêm kirine û ev heyameke ku heqdestê çekdarên Hizbullaha Lubnanê jî nedaye.