Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Britainiya hêzên leşkerî bo Kendavê dişîne

18:35 - 16 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: “Britainiya hêza leşkerî ya Deryayî bo Kendavê bişîn e.

Li gorî rapora rojnameya “Sunday Times” a Britainiyayê ku roja Yekşemî 16`ê Hezîrana 2019`an, belavkiriye, daye eşkerekirin ku: Bi sebeba êrîşên çend rojên derbazbûyê yên li dijî du gemiyên neftê yên welatên wekî “Norwey û Japon”ê  li ser ava Umanê, ku ahtibûne encamp dan, her di vê sebebê jî, Britaniyayê biryar daye bi armanca parastina berjewendiyên malî ên xwe, yên li deverê, wê nêzîkî 100 serbazên hêza Deryayî bo Kendavê bişîne.

Herwisa vê rojnameya Britainiyayê daye zanîn ku: “Britainiya” wê hêzên xwe yên leşkerî li binkeyeke taybeta leşkerî di Behrêynê de, cihgîr bike, û wir bo çavedêrîkirin li ser Kendavê û herwisa bo parastina gemiyên xwe yên bazirganî mafahê jê verbigire.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Yekşemî 16`ê Hezîrana 2019`an, Cêhgirê Wezîrê Berevanî yê “Britainiya”yê bi îşarekirina bi êrîşên çend rojên derbasbûyî yên lidijî gemiyên neftê yên li ser deriyaya Umanê got: Rejîma Îranê dibe bizanbe ku “Britainiya” pêdagîre li ser pêştevanîkirin li berjewedniyên malî ên xwe di deverê de.

Her di vê derheqê de, Amerîkayê êrîşa roja Pênçşemî 13`ê Hezîrana 2019`an ku, li dijî du gemiyên neftê li behra Umanê hatibû encam dan, rejîma Îranê di vê êrîşê de tawanbar daye zanîn û di kurte vîdyoyekê de ku balafirên bêpîlot yên Amerîkayê ji vê gemiya derbe lê ketî girtine bi zelalî xûyaye ku, hêzên Spaha Pasdaran bo paqijkirina devsa kiryarên terorîstî yên xwe ku li dijî van gemiyan encam dane serdana cihê bûyerê kirine.