Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Britain”yayê gef ji Îranê xwar

12:43 - 21 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Wezîra Berevaniya “Britain”yayê got, hekî şer biqevime, emê piştevanî li Amerîkayê bikin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 30`ê Banemera 1398`an(20`ê Gulana 2019`an), Wezîra berevaniya “Britain”yayê “Penny Mordaunt” bi awayekî tund gef ji rejîma Îranê xwar ku, hekî şer li deverê li dijî hêzên Amerîkayê bê encam dan, emê bi hemû hêzên xwe piştevaniya hêzên Amerîkayê bikin.

Wezîra Berevanî ya “Britain”yayê ya bi navê “Penny Mordaunt” ku di civîna Parlimena Britainyayê de diaxivî, rojnameya “International Herald Tribune” ku jê pirs kiribû, hekî di kendavê de alozî derkeve gelo “Britainya”  wê piştevaniya Amerîkayê bike? navbirî di bersiva wê rojnamevanê de wiha got: Belê emê bi hemû hêzên xwe piştevaniya hêzên Amerîkayê bikin, û niha jî, hêzên me di deverê de hene.

Herwisa navbirî got, me di wê deverê de sermaye daniye û em alîkariyê didin hevalbendên xwe jî,  û heya hêminbûna, aloziyan emê li deverê bin.