Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brîtaniya û Feransayê kuştina Silêmanî bi pêngaveke erênî ya Amerîka dizanin

12:19 - 6 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Herduk Welatên Feransa û Brîtaniya di derbarê kuştina Qasim Silêmanî, û pêşhatên wê derbarê de piştgiriya Amerîkayê dikin.

Borîs Canson Serokwezîrê Brîtaniyayê, Roja Yekşemî 15`ê Befranbarê, bi weşandina daxuyaniyekê, piştevaniya xwe ji kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst, fermandê Spaha Quds a terorîst ragihand.

Herwisa Manoêl Makron Serkomarê Feransayê jî, kuştina Qasim Silêmanî bi pêngaveke erênî ya Amerîka hesiband û di vê derheqê de got: Spaha Quds bi fermandehiya Qasim Silêmanî destekî mezin hebû di nehêminkirin û aloziyên devera Rojhilata Navîn de.

Makron got: Taze ku Amerîkayê Qasim Silêmanî kuştiye, hewceye ku Îran xwe ji her core kiryarekê biparêz e, ku bibe sebebê nehêminkirina deverê.

Feransa û Brîtaniyayê ku endamên hertimî yên Şêvra Tenahî ya Rêkxistina Netewên Yekgirtîn e, hevdem daxaz kirine ku bila herduk aliyên kêşê wate Amerîka û Îran xwe ji wan karane biparêzin ku bibine sebebê şer.