Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brûksêlê de xwenîşandan bi dijî êrişa Tirkiyê birêwe çu

18:19 - 23 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di bajarê” Brûksêl”ê de, bona piştevanî kirin ji xebata netewiya Kurd û şermezar kirina êrişên Tirkiyê bo ser beşek ji xaka Kurdistanê,  xwenîşandanek birêwe çu.

Îro, Çarşemî, 23`ê Çirriya pêşîn, bi 100`an Kurd û dostên Kurd di bajarê” Brûksêl”a paytexta Welatê “ Biljîk”ê de, bo piştevanî kirin ji xaka Rojavaya Kurdistanê û şermezar kirina êrişên Tirkiyê bo ser pişkek ji xaka Kurdistanê, xwenîşandanek hate lidarxistin.

Di wê xwenîşandanê de, Kurdên her çwar perçên Kurdistanê, pişikdar bibûn û ji civatgeha nawnetewî daxwaz kirin ku ser êrişên Tirkiyê, helwîstê bigirin.

Di wê xwenîşandanê de, êrişa Tirkiyê wek qirkirina Netewa kurd hesibandin û daxwaz kirin ku wan êrişan, rawestînin.