Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûdca Sala 1399`an para navendên Olî hatiye zêdekirin

11:30 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Li bûdcebendiya bo Sala 1399`an, barê giran ê dabînkirina bûdeyê dikeve ser milê xelkê belengaz û ev bûdceye ne bo xizmeta xelkê, belkî bi ser navendên Olî yên rejîmê re tête parvekirin.

Hesen Rûhanî ku navê bûdca sala 1399`an danaye bûdca berxwedaniyê, piraniya vê bûdcê dê ji rêka maliyatvergirtin ji xelkê ve bête dabînkirin û bi sedema dorpêçan ku Îran nikare nefta xwe wekî berê bifiroşe, gelek hisab li ser dahata neftê nehatiye kirin.

Her di niha de, bi berçavgirtina dahat û derkevta bûdca sala 1399`an, dê kêm bîne.

Hekî çi rejîmê ragihandiye ku li bûdca sala dahatî de para zaf wezaretxanan û aliyan hatiye kêmkirin, di hember de para navendên Olî û dibistanên Olî hatiye zêdekirin.

Mînak:

Bûdca ku bo Hewza Îlmiyê hatiye diyarîkirin, 468 beramberî bûdca xwandina zarokên herêmên belengaz e, 114 beramberî bûdca Saziya mudiriyeta bûyerên tewavî welat e, 68 beramberî bûdca alîkarî bi nexweşxanane, 54 beramberî bûdca jîngeparêziyê ye, 16 beramberî bûdca nesaxiyên taybete, û 10 beramberî bûdca kêmkirina pîsiya hewaye.

Bûdca Sala 1399`an, 1988 hezar milyard tumen hatiye diyarîkirin, lê her di niha de texmîn tête lêdan ku gelek kêm bîne.

Zêdebarê rewşa xirab a jiyana xelkê welat ku, gelek bi zehmet dikarin jiyana xwe derbas bikin, rejîm tekezî dike ku dibe hemû kes maliyatê bide û bûdce bi piştgirêdana bi zêdekirina maliyatê ve hatiye diyarîkirin.