
Bûdceya Rejîma Îranê ya sala 1399an kêmiyeke berçav heye û rejîm wê kêmanînê bi sedema nefirotina neftê dide xuya, lê di rastî de dahata nefta Îranê, li derveyî Îranê xerc dibe.
Roja Pêncşemî, 26ê Çirriya Paşîn, “Navenda Lêkolîn a Meclîsa Îranê” ragihand: “ Bûdceya sala 1399an bi sedema daketina firotina neftê rastî kêmiyê hatiye û pêka bûdceya sala 1399an, rejîma Îranê rojê milyonek bermîl neft a bi nirxa 50 dolarî dibe bifirota, lê rejîma Îranê ragihandiye ku nekariye bi qasa hewce neftê bifroşe ku kêmiya bûdcê pê tejî bike.
nefta Îranê li qiraxavên wekî “Faw”, tê firotin û hekî ew dahat bo xelkê bê xerckirin dê piraniya pirsgirêkên jiyana rojane çareser bibin lê dahata neftê bo derveyî Îranê diçe û girûpên girêdayê rejîma Îranê mifah jê verdigrin neku xelkê Îranê.
Çend roj berî niha kompaniya cîhanî ya“Tanker Trackers” ku çavdêriya veguhastinqa neftê ya bi neftkêşan dike, ragihand: “Di 6 mehên destpêkî ya sala 1399an, Îranê her rojê bi awayê nêvincî 827 hezar bermîl neft firotiye ku pêka sala 1398an bi qasî %28 zêde bûye ku bi tewawî neyasayî bi awayê qaçax hatiye firotin”.