
Kurdistanmedia: Pêka bûdceya sala 1399`an a rejîma Îranê bo terxan kirina asayîş an serkuta her Îraniyekî, pêka parvekirina bûdceya dezgehên birêveberî û pilandananên aliyên bergirî, ewlehî û îtila`atî, nêzî 2 milyon tûmena ne.
Pêka nûçeya (Euro News), bûdceya pêşniyarkirî a rejîma Îranê bo sala 1399`an bo dezgehên pilandanîn li asta bergirî, ewlehî û îtila`atiyê ve, 106 hezar û 341 milyard tûmene ku, bi qasî %38 li gorî sala 1397`an zêdetir bûye.
Di nav wan dezgehan de, bûdceya Wezareta Îtila`at a rejîmê bi qasî %72.4 zêdetir bûye û ji aliyê reqema bûdcêyê ve jî, Sitada Fermandehî a Giştî ya hêzên çekdarên rejîmê, bilindtirîn para bûdceya bergirî, ewlehî û îtila`atê, ji xwe girtiye.
Bi berçavgirtina heşîmeta 83 milyonî ya Îranê, bûdceya pêşniyar kirî a rejîma Îranê bo dezgehên pilandanînan, ji aliyê mijarên bergirî, ewelehî û îtila`atê ve, zêdetir ji 1 milyon û 281 hezar tûmenan bo her neferekî Îranî hatiye terxan kirin.
Herwisa rejîma Îranê di bûdceya pêşniyarkirî bo sala 1399`an de, ya terxan kirina xercê birêvebirina pilanên dezgehên bergirî, ewlehî û îtila`atiyê ve, 56 hezar û 168 milyar tûmenan daniye ku bo her kesekî Îranê 676 hezar tûmen e.
Bi wî awayî, rejîma Îranê bo serkuta her kesekî nêzî 2 milyon tûmenan, bûdce ji bo navendên ewlehî terxankirina kiriye.