Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bulxaristanê bareke 400 KG a “Hiroîn” ku ji Îranê hatibû şandin dest bi ser de girt

13:19 - 8 Hezîran 2021

Pêka nûçeyek ku ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye, bareke 400 KG ku pêk hatibû ji “Hiroîn” û di nav kevirên Mer Mer de hatibûne veşartin ku ji Îranê ve hatibû şandin, ji aliyê Bulxaristanê ve dest bi ser de hate girtin.

Pêwendî bi wê dosyayê du hevwelatiyên Tirkiyê jî bi tawana qaçaxîkirin madên hişber hatine binçavkirin.

Nûçegihaniya “Reuters”ê daye zanîn, ku ew bare di qiraxava “Warna” a deriyaya Reş ku di nav çar kantîneran de hatibûne şandin, ji aliyê Bulxaristanê ve hatine girtin.

Berpirsekî payebilin ê Bulxaristanê gotiye, emê li derheq wê barê “Hiroîn”ê ku ji Îranê ve hatiye û qirar bû ber bi rojavayê Ewropayê ve here emê biaxivin.

Ev barê ku destbiserde hatiye girtin, bi nirxa 16 milyon Dolar e.