Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyera daketina erdê Îranê, befireh dibe

12:06 - 8 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Bûyera daketina erdê û çêbûna çalên kûr, di parêzgehên Îranê de, roj lipey roj zêde dibe.

Li gorî raporên belavbûyî, bi sedema xemsarî û nebûna berprisên jêhatî di birêvebirina karûbarên parêzgehên Îranê de, niha parêzgehên wî welatî, rastî bûyera daketina erdê û çêbûna şalên kûr di cihên coda yên welat hatine û ev bûyera metirsîdar, di 18 parêzgehan de jiyana xelkê rastî bêçarenivîsiyê kiriye.

Lêkolînên ku derheq erdingariyê de hatine encamdan nîşand  didin ku, bûyera daketina erdê di parêzgehên wekî: Xorasana Rezewey, Veramîn, Aştard, Şehryar, Refsencan, Tehran, Îsfehan û Elborz,  Famînîn, Hemêdan, Mo`înabad, Fars û … hwd, bi sedema bêserûberiya lêdana bîrên avê û mifah vernergirtin ji zanstên endazyariyên erdingarî di vî warî de, bûye sedema  rûdana bûyera daketina erdê û çêbûna çalên mezin di cihên coda û herwisa bûye metriseyeke micid li dijî jiyana xelkê van deveran.

Dr. Elî Bêytulahî: Ji aliyekî hişksaliyên bêsînor, û ji aliyekî din ve jî bêserûberiya derheq bi kar anîna avên bin erd û lêdana bîrên avê bibê mifah vergirtin li zanista erdingariyê, sedema hatina gorê ya vê bûyera metirsîdar daye zanîn.

Berprisên rejîma Îslamî a Îranê, bi lêndana bendavên zêde û bi bê zanstina rojê û herwisa destpîsî di bodceya welat de, rewşek afirandiye ku, piştî derbazbûna 40 salan li ser temenê vê rejîma nehs û biyûm, bi sebeba lêhatî nebûna berprisên vê rejîmê, her roj bûyer û pêşhatek jiyana xelkê Îranê dixîne metirsiyê.

Herwisa rayedarên Îranê di heyama 40 sal temenê vê rejîmê de, tu hewlek derheq pêragihîştina derheq paşeroja welat, jîngeh û avadaniya welat encam nedane, û bi bê guhdan bi jinavçûna jîngeh û paşeroja welat, tenê di fikira tijîkirina berîka xwe bûne, û bo vê kiriyera qirêj jî xwe tu tiştî bê par nekirine û rojane encamên van jî derdikevin.