Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyera teqîna Beyrûtê bû sedemê gelek guhartinan

17:52 - 12 Tebax 2020

Teqîna mezine bendera Beyrût ê, ku bala hemî cîhanê bo aliyê xwe rakêşa, hevdem bû sedema guharînan û hevkêşên siyasiye deverê û paşlerzê siyasiye wê teqînê her diçe bandora zêdetir dadinê.

Roja 11ê Tebaxa 2020 an karnasên Firanse yî ji tîma lêkolîn li ser cihê teqîna beyrût ê ragihand ku di cihê teqînê de Madeya Şîmiyayî peyda bûye ku piştî jêvekolînê xuya bû ku madeyekî gelek cihê tirsê ye.

Wî karnasê Firane yî got: pitir ji 20 cihê dagirtî bi madeya Şîmiya yî di nava kavlên cihê teqînê de hatine peydakirin.

Teqîna Beyrût ê û lêkevt û bertekên ku bi dû xwe de anîn, bû sedem ku Dewleta Lubnanê hilweşe û Serokwezîr û piraniya Wezîran dest ji kar berdin, û piraniya wezaretxane û Îdarên dewletî ji aliyê xelkê ve dest bi ser de bêne girtin.

Niha piraniya welatên cîhanê û xelkê Lubnan ê jî, ji bilî ewê ku daxwazkarê wê yekêne ku êdî nabe Hizbulah careke dinê neçe nava deshilata birê ve beriya welat, belkî daxwazkarê çek kirina wê girûpa terorîst û girêdayî bi rejîma Îranê ne.

Kêllî Kiraft nûnera Amerîka di Şêvra tenahiya netewên yekbûyî de gotiye: rejîma Îranê bona netena kirina rewşa deverê hevara xwe dibe ber bikar anîna çekê.

Wê herwisa got: dibe Hizbulah bête çekkirin û hewceye hinartina çekan ji Îranê bo hizbulah ê bête rawestandin, û heçî dewletek di Lubnanê de bête ser kar dibe berahîka çekdarbûna hizbulahê bigre.