
Du roja Pêncşemî 11`ê Xerman, mînbosek li ser rêya Merîwan-Kamiyaranê rastî bûyerekê hat, û 16 kesan canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Keçek birîndarbûyî a wê bûyerê di hevpeyvînekê de daye zanîn, “mînîbosê tormiz birîbû û ajotvan agehdar bû, lê ajotva kes agehdar nekiribû”. Wê keçê daye zanîn “ez agehdar bûm û di pêçekê de ku mînnîbos rastî bûyerê hat û wegeriya, min xwe ji pencereyê ve fire da”.
“Îsa Gûherî” Serokê Polîsê rê yê Fermandehiya Întizamî a parêzgeha Sineyê gotiye: “Sedema wê bûyerê pirsgirêka teknîkî bûye”.
Her hemû ew kesên ku di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane û birîndar bûn xelkê gundê “Sêf Xwaro” ê ser bi bajarê Merîwanê bûne.
Heta niha termê çendîn kes ji welatiyên ku canê xwe ji dest dane, li gundê “Sêf Xwaro”ya Merîwanê bi axê hatine spartin.