Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyera tirombêlan li Kurdistanê, car din xesara canî li pey xwe anîn

15:53 - 14 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: hemwelatiyekî xelkê derdora bajarê Pawê a ser bi Rojhelatê Kurdistanê, bi sedema wergeryana trombêla wî li gundê ‘’Qory Qela’’, canê xwe ji dest da.
Pêka raporta Kurdistanmedia, 13,01,2014ê zayînî, di bûyerek tirombêlê de li gundê ‘’Qory Qela’’ a ser bi bajarê Rewanserê, tirombêlek li cureyê Saypa, wergerya û di encam de ajovanê wê bi navê ‘’Nerîman Rostemî’’ yê temen 30 salî canê xwe ji dest da.
Xirab bûna rêkên Kurdistanê bi giştî û li werzê zistanê bi taybetî de, nesitandarbûna tirombêlan û nebûna hêmayên hişyariyê li ser rêyan, ji sedemên sereke yên bûyerên hatûçoyêne di Kurdistanê de ne.
Bûyera tirombêlê li Dêhloranê 16 qorbanî ji pey xwe anîn


Nîweroya roja yekşemiyê berwara, 12,01,2014ê Zayînî, li ser rêka Dêhloran - Endîmişk, bi hegera ladana tirombêlekî Semend, Mînîbosek toşî wergeryanê bû û li encam de 15 hemwelatî birîndar bûn û kesek jî canê xwe ji dest da.
Bi hegera nebûna nawendên saxlemî yên xudî alavên pêşketyî yên nojdariyê, 4 kes ji wan birîndaran bi sedema kuratiya birînên wan bo nawenda saxlemiya parêzgeha Xozsitanê hatine veguhastin. Herwisa yek ji wan birîndaran ku jinek pêgiran bû, zarokê vê canê xwe ji dest da û bi sedema xwînrêziyek zaf ew jin bo nexoşxaneya Xozistanê hatye veguhastin.
Mirina bi sedema bûyerên tirombêlan li parêzgeha Sinê, ji sedî 11 zêde kirye


Rêveberê nojdarê yasayî yê parêzgeha Sinê ragehand ku: di 9 heyvên borî yên sala 1392ê rojî de, 322 kesan bi sedema bûyera tirombelê canê xwe ji dest dane ku bi berhevdan tevî 9 heyvên sala borî 11 ji sedî zêde kiriye.
Navbirî herwisan ragehand ku ji wan 322 kesên ku canê xwe ji dest danî, 242 kes ji wan mêr û 80 kes jî jin bûne.
Pêka wê raportê, di 9 heyvan de, 253 hemwelatî ji bûyerên tirombêlan yên di navbera rêka bajaran de canê xwe ji dest dane ku rêjeya herî zêde a vê amarê bi xwe ve digre.
Herwisan 39 bûyer li nav bajarê Sinê û 29 bûyer jî li rêya navbera gundan û yek bûyer jî li cihek ne ron de qewimîne.

Herwisa di wan 9 heyvan de, 4 hezar û 331 hemwelatî jî bi hegera bûyera tirombêlan li parêzgeha Sinê birîndar bûne ku 3 hezar û 100 kes ji wan mêr û 231 kes jî jin bûne, ku pêka sala borî 3 ji sedî zêde kirye.