Bûyerek hatûçûnê li ser rêya bajarê “Ehwaz û Xoremşehr”ê bû sedema canjidestdana 10 kesan û her ew bûyer bû sedema nerizayetînîşandana xelkê wî bajarî.
Piştî bûyera hatûçûna roja Şemî 4ê Sermawezê ya li ser rêya bajarê “Ehwaz û Xoremşehr”ê ku 10 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bû, xelkê bajarê “Ehwazê” li derheq wê bûyerê rijiyane ser şeqaman û nerizayetiya xwe nîşan dan.
Birîndar û canjidestdayên wê bûyerê tev kedkar bûn.
Xelkê bajarê “Ehwaz û Xoremşehr”ê, rêûresma biaxspartina wan 10 kesên qurbanî bi derfet zanîn û seba rewşa xirab a rêyan û nestandarbûna wan rêyan ku bûye gef li ser canê hevwelatiyan û herwisa piştguhxistina wê deverê ji aliyê rejîma Îranê ve, kerib û kîna xwe li dijî rejîmê bi kombûnek berfireh a nerizayetiyê û dana siloganan li dijî rejîmê nîşan dan.
Rejîma Îranê û hêzên wê yên serkutker wek her carî ji tirsa berxwedana xelkê bi alav û çekên giran çûne nava xelkê nerazî da ku nehêlin ew xwenîşandane berfireh bibe.