Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyereke nerohn li damezraveya navkî ya “Netenzê” qewimî

12:56 - 11 Nîsan 2021

Rojek piştî destbikarbûna Santrîfiyûjên pêşketî li damezraveya navkî li “Netenzê” bûyereke nerohn ku Saziya Vizeya navkî ya Îranê jî ew bûyer pişrast kiriye, qewimî ye.

Serê sibeha roja Yekşemî 22ê Xakelêwe, li damezraveyên navkî li “Netenzê” bûyerek qewimî ku Berdevkê Saziya Vizeya navkî “Bêhroz Kemalwendî” di vê derheqê de got: “Di beşeke  torên berqa alavên meyandina Uraniyomê ya “Ehmedî Roşen” pirsgirêkek çêbûye û ew pirsgirêk bûye sedema wê bûyerê”.

Herwisa navbirî bi nûçegehaniyên ser bi rejîmê yên wekî “ISNA û Faris” gotiye: “Lêkolîn li ser sedema wê bûyerê tê kirin û sedema sereke ya wê bûyerê, dê bê ragehandin”.

Di çend mehên derbasbûyî de, li 12ê meha Pûşper a sala 1399an carek dinê jî bûyereke wiha qewimî bû û xisarek zêde bi navenda berhamanîna Santrîfiyûjan gihandibû lê, dîsa rejîma Îranê ti rohnkirinek nedabûn.

Li derheq bûyera çend mehan berî niha, raporên cuda li ser Îsraîlê hebûn ku li teqîna Netenzê de dest hebûye û herwisa ew teqîn bi sedema êrîşên saybêrî û êrîşên esmanî jî dabûne zanîn.

Lê heya niha Îsraîl di vê derheqê de ti bertekek nîşan nedaye.