Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyerên Agirpêketinê di Îranê de berdewame

13:32 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2020

Di parêzgeha Bûşêhr ê de agirberbûnekî berfireh ji roja Çarşemiyê ve berdewame û herwisa di bajarê meşhedê de jî agirpêketin hebû.

Roja Pêncşemî, 16 ê Tîrmeh 2020 an, Berpirsê Giştî yê “çavkaniyên sirûştî û erdên Avî” yê parêzgeha Bûşehr ê, “ Xulamriza Muntezirî” ragihand: “ Ji roja Çarşemiyê ve agirpêketinek di devera “Teng Seder” a girêdayê “Lawir” a rojhilat ya bajarê Deştî dî parêzgeha Bûşêhrê de qewimiye û heya niha jî nehatiye kontrolkirin û hatina bayke xurt bû sedem ku em nekarin wî agirî bitemirînin”.

Di wê cehda temirandina agir de xelkên deverê û kesên xwebexiş pişikdarî kirine lê heya niha jî tî helîkoptreke taybet bo temirandina agir ji aliyê rejîmê ve nehatiye şandin.

Herwisa roja Pêncşemî, 16 ê Tîrmehê di xîyewana Pîrûzî ya bajarê Meşhedê de agirpêketinek di ciheke tevlihevkirina reng de hatiye pêş û pêka vîdiyo yên belavbûyî, çendîn teqînên tê de qewimîn, heya niya ti zanînek li ser heger û qasa xisar û zirarên agirpêketinê, li berdest tinîne.

Rejîma Îranê bi taybet Spaha terorîste Pasdaran bi zanebûn sirûşta Îranê dişevitîne û herwisa bona perdepoşkirina hin êrîşên li ser navend û binkeyên xwe, bi awayekî berfireh dest kiriye bi berdana agir bi cihên asayî.