Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyerên hatin û çûn di Îranê de %16 zêde bûne

11:46 - 7 Adar 2022

Bûyerên hatin û çûnê pêka sala borî zêdetir ji %16 zêdetir bûye û bi sedan hezar kes di wan bûyeran de birîndar bûne û hejmarek zêde jî canê xwe ji dest dane.

Berpirsê Orjansa rejîma Îslamioya Îranê “Ceifer Mî`adfer” li derheq amara bûyerên hatin û çûnê gotiye: “Tevî sînordarkirina hatin û çûna xelkê li heyama belavbûna vîrûsa Koronayê, amara bûyerên hatin û çûnê bi berewird digel sala derbasbûyî %16 zêdetir bûye.

Herwisa navbirê got: “Di sala îsal de zêdetir ji 600 hezar birîndarên bûyerên hatin û çûnê bo nexweşxaneyan hatine veguhastin”.

Wî berpirsê rejîmê daye zanîn ku îsal 171 bûyerên hatin û çûnê yên otobûsan hebûne ku bi berewird digel sala borî, %43 zêdetir bûye.

Hebûna çalên li nav rêyan, standardnebûna rê, nebûna nîşandekên trafîkî li tenişt rêyan, standardnebûna maşînên Îranê yên berhemên navxwyî, maşînên kevin û xemsariya berpirsên pêwendîdar, bûne sedem ku hatin û çûn li Îranê zêdetirîn xisarên canî û malî li pey xwe bîne.

Rêyên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji rêyên din ên Îranê xirab bûne û xemsariya berpirsên rejîmê bo çêkirina rêyan û giringînedana bi zanebûn bo danîna nîşandekên trafîkî li tenişta rêyan û nûjennekirina rê, amara bûyerên hatin û çûnê li Rojhilatê Kurdistanê bi berewird digel deverên navendî yên Îranê gelek zêdetir e.