Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyerên terafîkê li parêzgeha Sine li gor sala derbasbûyî %15 zêde kiriye

20:09 - 10 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Serhejmariya bûyerên rêyan li parêzgeha Sine heyamê 8 mehên derbasyûyî ên îsal, tevî 8 heyvên sala derbasbûyî 39 halet zêde bûye.
Li gor rapora Îsna û li gor gotina berpirsê giştî yê îdareya pizişka yasayî a parêzgeha Sine, heyamê 8 mehên derbasyûyî ên îsal li vî parêzgehê, 300 hevwelatî seba bûyerên terafîkê canê xwe ji dest dan e.
Li gor amara hatî bilavkirin ji aliyê pizişka yasayî a parîzgeha Sine ku ew serhejmariye li gor sala derbasbûyî ku 261 helatên mirin hatiye tomar kirin %15 bûyerên terafîkê zaf bûn e.
Heyamê bûyera terafîka rêyan, 240 helet ji mirin û ji bûyrerên şofêrî li rêyên derveyî bajaran, 35 helet li rêyên hundirî bajaran û 29 haletên din li rêyên gundan hatiye tomarkirin ku di vê navberê de 229 kes ji qurbaniyan mêr û 71 kes jî jin bûne.
Bûyerên terafîkê li gor heyamê 8 heyvên derbasbûyî ên îsal li gor sala derbasbûyî %4 zêde kirî ye û 3 hezar û 961 helat hatiye ragihandin.

Rewşa nebaşa rêyên parêzgeha Sine û barîna befr berawurd li gel demsalên din ên salê xwe nîşan daye û di demsala sirê de pitir her tim xisaretên terafîkê rû ji zêde bûn dike.
Her di vê pêwendiyê de, li gor ewê ku rêyên gundên parêzgeha Sine xakî ne û rewşa nebaş hene, berpirsên rejîm bi berdewamî erêna xizmetguzarî bo ew rêyane didin û li gel ewê ku bûdce bo wergirtine, lê tû xizmetek wusa nekirin e.