Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya banghêjî li gundê “Diza Dolê” hate lidar xistin

11:31 - 2 Adar 2022

Roja Duşemî 10ê Reşemê li gundê “Diza Dolê” yê girêdayî bi devera “Dol”a ser bi bajarê “Urmiyê” çalakiyek banghêjî bi hilkefta 11ê Reşemê roja ragihandina xebata aşkera ya hizba Demokratê li Rojhilatê Kurdistanê, hat lidar xistin.

Di vê çalakiyê de siloganên wekî “Bijî Demokrat, Bijî Hizba Demokrat, bijî Rasan, Mirin û neman bo Rejîmê” di nava gundê “Diza Dolê” de bi awayek berfireh bi rê ve çû.

Ev çalakî ji aliyê Pêşmergeyên Bajar ve hatiye lidar xistin û wekî har car piştevanî û amadehiya xwe bo cîbîcîkirina her erkekê hizbî ragihandine.

43 sal berî niha di roja 11ê Reşema sala 1357an, di mîtîngekê 100 hezar kesî  li bajarê “Mihabad”ê, Rêberê nemir, “Dr.Qasimlo” xebata aşkiraya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ragihand.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê di hemû qonaxên xebata Hizba Demokrat de nîşan dane ku piştevanê sereke yê wê xebatê ne.