Di heyama çend rojên derbasbûyî de çalakiyeke şitilçandin ji aliyê Rêkxistina Jîngehî ya Pîranşehrê ve bi rê ve çû.
Ew çalakiye ji aliyê jîngehdostan li gundê “Gesgesk” ê ser bi bajarê Pîranşehrê ve hate lidarxistin.
Jîngehdost û Jîngehparêzên Kurdistanê bi awayê çalakane, berdewam bo parstin û şînatiya surûşta Kurdistanê têkoşîn dikin.