
Li Pîranşehrê jîngehparêzan, li daristanên “Teraş” li nêzî gundê “Kanî Co” toyên darên berûyan û şitlên wan, bi awayekî berfireh çandin.
Roja Duşemî 15ê Çiriya Paşîn hejmareke zêde ji jîngehparêzên bajarê Pîranşarê bi awayekî berfireh li daristanên “Teraş” li nêzî gundê “Kanî Co”yê çalakiyek bi wec a parastina jîngehê lidar xistin û bi çandina toyên darên berûyan û şitlên wan pêngavek bo parastina wan daristanan hilgirtin.
Di wê çalakiyê de jin, zarok û mêr bi awayekî hevpar beşdar bûn û zêdetir ji 2 hezar toyên berûyan û herwisa hejmarek şitlên berûyan di daristana “Teraş” de çandin.
Ew çalakiye ji aliyê Saziya “Jîngehparêzanên Pîranşar”ê ve hatibû lidarxistin û wê Saziyê tevî lidarxistina wê çalakiya berfireh daxuyaniyek jî belav kiribû û daxwaz ji welatiyan kiribû ku bi çavek vekirî û bi sehek welatperwerî ve, berevanî ji hemû pêkhateyên jîngehê bi taybet daristanan bikin; Her lewma hebûna daristanan bi wateya ava zêdetir, axa bi wec, hewayek paqij û di encam de jiyaneke tendirust e.